Polîsê Iraqî ragehand ku bi kêmî sê kes hatine kuştin û şeş kesêt dî birîndar bûn li peqîna otombîlekê nizîkî mizgefteka Bexda.
Desthelatdar dibêjin ew hêriş evro yekşembî li taxê Kemalîye ya Şî’a çê bû.
Ji layekê dîve, leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku hêzêt hevalbendî pênc xirapkar kuştin û pêncêt dî birîndar kirn li hêrişekê da evro yekşembî bu ser malekê li Yusifîye, li başora Bexda.
Karbidestêt leşkirî dibêjin di wê hêrişê da jinek hate kuştin û çar kes birîndar bun, ku yek ji wan zarûke.