Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efganistanê 14 çekdarêt Talîbanê hatine kuştin


Karbidestêt Efganî dibêjin çekdarêt gumanlêkirî yêt Talîbanê bi şev hêriş kirye ser du xalêt vekolînêt polîsî li başora Efganistanê.

Polîsî evro yekşembî ragehand ku 14 serheldayî di wan hêrişanda hatine kuştin ku liser rêrewana Qendehar-Kabul hatine kirn.

Ji layekê dîve, karbidest dibêjin hêzêt parastinê berdewamin li girtina dûrmandurê deverekê li başora rojavaya Qendeharê û li dîv xirapkaran digeryên ku buheye li şer û lêkdana roja eynî revîbin ku têda 41 şerkerêt Talîbanê û şeş polîs hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG