Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya avakirina sazgeheka hêza navokî li Iranê ranagirît


Wezareta derveya Rusî daxwaza Amrîka qebul nekir kû avakirina sazgeheka hêza navokî li Iranê rabigrît.

Peyvdarê wezareta derveya Rusî, Mikhail Kamynin, roja pênc şembî got her welatekê mafê heye kû biryarê bidet ka digel kê hevkariyê biket.

Kamynin bersiva daxwazeka Amrîkî da ve kû duhî harîkariyê wezîra derveya Amrîka Nicholas Burns daxwaz ji welatan kiribû da hemî hevkariyêt navokî digel Iranê rawestînin û kombûnêt Mosko (Moscow) da liser Iranê.

Burns got tivya çi teknolojiya navokî nedene Iranê wekû sazgeha hêza navokê kû Rusya li Buşehir ava diket.

Serokê hêza etomiya Russî, Sergei Kiriyenko, berevanî ji pirosa Buşehir kir û got Russiya sazgeheka 800 milyon dolarî ava diket li dûy peymana belav nebûna navokî

XS
SM
MD
LG