Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush û Serokê Çînê Hu Jintao Kom Bûn


Serok Bush û Serokê Çînê Hu Jintao roja Pêncşembî li Seraya Spî kom bûn û pirsa mafêt mirovan û bazirganî babetêt kombunê bûn. Serok Bush û xanim Laura pêrgîniya Serok Hu û xanima wî kir.

Çend sed kesek li ser cadêt nêzîkî Seraya Sipî xirve bibûn bo diyarkirina nerazîbûnê ji seredana rêberê Çînê û sicila mafêt mirovan li Çînê. Lê hindekêt dî dirûşmêt piştevaniyê bo serok Hu bilind kiribûn.

Di rê û resmêt xêrhatinê da, rêzdar Bush got Çîn ya xort dibît ew jî bi azadiya kirînê u firotinê û dê hêş da xurtir bît heke rêka azadiya olî û diyar kirina hizrûbîra bidet.

Her wesa, her du serok li ser kêşeya bernamêt navokî yêt Koreya Bakur û Iranê axavtin û serok Bush dibêjît her dû dê hevkariya xwe xort biken li ser van pirsa.

XS
SM
MD
LG