Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyêt Kadîma û Karî yêt Îsraîlê geheştine rêkeftinekê


Endamêt partiya Kadîme ya Îsraîlê dibêjin ew geheştîne rêkeftineka dûmahîyê digel partiya Karî ya çepgira naverast bo pêkînana hikumetekê. Karbidest dibêjin dirêjîya rêkeftinê dê roja pêncşembî hatiba ragehandin piştî karbidestêt partiyê rêkeftinê bi resmî mor diken.

Serokwezîrê berê Ariel Şaron kû partiya Kadîma pêkînabû û niha Êhûd Olmêrt serokwezîrê kargêr e.

Partiya Kadîma piraniya kursiyêt perlemanî wergirtin di helbijartinêt meha borî da lê hind kûrsî wernegirtîne kû ew bi tenê hikumeteka nû pêkbînit .

Rêzdar Olmêrt hêvî heye kû hikumetekê pêkbînit û piştevaniya nexşa wî biket bo vekêşana Îsraîl bo tixûbêt dîmahiyê heta çar salêt dî heke danûstandinêt aştiyê digel Filistînîyan heta hingê çi ser negirtin.

XS
SM
MD
LG