Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li çend hêrişekêt xirapkaran bi kêmî 5 Iraqî hatine kuştin


Bi kêmî pênc Iraqî roja şembî li çend hêrişêt xirapkaran hatine kuştin. Li bajerokê Curf El-Sexer, 80 kîlometra li başora Bexda, çend çekdareka polîsek û birayê wî revand û paşî ew kuştin.

Li rojava Bexda û li encama peqîna bombeka birex şeqamê polîsekê Iraqî hate kuştin û du yên dî birîndar bun.

Ev tondûtîjye li demekê deye ku rêberên Iraqî berdewamin li bizavêt xwe bu pêkînana kabineya hikumete nu.

Waşintonê ragehandiye ku hikumeta yekgirtî dê harîkarîyê ket bu kêmkirna tondûtîjîyê. Li vê mehê 70 serbazêt Amerîkî li Iraqê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG