Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudan amadeye bi rêkeftineka aştîyê digel serheldayêt Darfurê razî bit

Hikumeta Sudanê ragehand ku ew amadeye bi rêkeftineka aştîyê digel serheldayêt Darfurê razî bit, lê serheldarî dibêjin ew rêkeftin mercêt serekî yêt wan bi xweve nagrit.

Rêberêt serheldaya dibêjin ew li dîv wê rêkeftine cêgirê serokê Sudanê ji herêma Darfur nabit, ku eveş merceka serheldayane.

Serheldayî herwesa daxaza rêkeka baştir diken bu helweşandina hêzêt wan li nav leşkirê Sudanî û bê çek kirna çekdarêt piştevanêt hikumetê.

Herwesa Komisyonerê bilindê Netewêt Yekgirtî Louise Arbour gehiste Xertumê bu kombunê digel karbidest û bizavkarêt Sudanê.

XS
SM
MD
LG