Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrişêt xirapkara li Iraqê berdewamin


Karbidestêt Berîtanî dibêjin ji encama peqîna bombekê nizîkî karwanekê otombîlêt kompanyeka parastinê li başora Bexda sê kes hatine kuştin û du kes birîndar bun.

Karbidesta got ew neşêt nuke wan rîportan piştrast biken ku dibêjin welatîyên Berîtanî nêvbera qurbanyane.

Xirapkara roja yekşembî hêrişêt dî jî encam dan, ji wan hêrişek li taxê Sedir li Bexda ku têda sê Iraqî hatine kuştin.

Lê serokê Iraqê Celal Talebanî dibêjit ew we bawer diket ku nizîke bigehîte rêkeftinekê digel heft giropêt çekdarî bu bidumahî înana tondutîjîyê.

Li beroka syasî, serokê perlemanê Iraqê daxaz ji endamêt perlemanî kir da li roja sê ya heyva pênc kom bibin, li demekê da ku serok wezîr Nûrî El-Malikî kar diket bu pêkînana hikumeta xwe.

XS
SM
MD
LG