Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwekuj li Iraqê 15 kes kuştin


Êrîşbirekî xwekuj li Felluce li Iraqê bi kêmî ve 15 kes kuştin li bingehekê ku xelk navê xwe dinivîsîn bo bibin polîs.

Karbidestan got êrîşbirî îro çarşem xwe di nav qelebalixa li derveyê bingehê de teqandîye. Bi kêmî ve 20 kes jî birîndar bûne.

Li Bexdayê karbidestan tevî 20ên ku roja sêşemê hatibûn dîtin, 14 cendekên din yên ku gulle li wan hatîye barandin dîtine.

Piştî parlamana Iraqê bi kurtayî kom bû ev tundutujî qewimîn. Belê qanûndaner vêga dev ji kom kirina komekê berdan ya ku ji bo bala xwe bide guhertinên di qanuna bingehîn de heta piştî hikumet bê ava kirin. Serok wezîr Nûrî El Malîkî dest nîşan kiriye heta 21ê meha pênc-Gulanê- navên wezîran pêşkêş bike bo pejirandina hikumetê.

XS
SM
MD
LG