Li dadgeheke nêzîkî Washington, dadyarekî federalî yê Amerîkî hukmê nexşekêşê El Qaîde Zekerîya Musewî bi resmî dîyar kir li ser rola wî di hêrîşên terorîst de li 11ê meha neh sala 2001ê. Hukmê wî zindan e bi dirêjîya jînî.
Ragehandina dadyarê Federalî hate dan rojekî piştî 12 endamên desteya sundxwaran li Wîlayeta Virgina dengêt xwe dayn ku Musewî nehête îdam kirin.
Musewî 37 salî ye hevwelatîyê Fransî ye, dê hemî jîyana xwe di zindanê de bît û li jêr parastineke tund û huşşyar li Wîlayeta Colorado.
Musewî bi tenê kes e ku li Amerîka tête gunehbar kirin bi dest hebûnê di hêrîşên 11ê meha neh de.