Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereka Berîtanî li bajêrê Besre kefte xar


Karbidest li Iraqê dibêjin helîkoptereka Berîtanî li bajêrê Besre li başora Iraqê kefte xar.

Polîsê ragehand ew helîkopter roja şembî li taxekê bajêrî, we pê diçît bi egera moşekekê, kefte xar.

Termêt çar kesan li nav paşmaya helîkopterê hatine vedîtin. Desthelatdarêt Berîtanî keftinexara helîkopterê pişt rast kir û got qurbanî hene, lê çi pêzanînêt zêdetir nedan.

Hevdem dû tank û Land Rovereka leşkirê Berîtanî ji layê Iraqyan ve hatine sûtin demê çûne cihê keftine xara wê helîkopterê.

Ji layekê dîve, wezareta navxweya Iraqê ragehand ku li hêrişeka xwekujî li nav bingehekê leşkirê Iraqê li Tikrît, sê efserêt bilindêt leşkirî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG