Karbidestên Îranî dibêjin li Kêrmanşaha ku rojavayê Îranê ye du bomba li avahîyên hikumetê teqîyane.
Dibêjin di teqînên ji nişkave de li nivîsxaneya fermandarî û li nivîsgehên bazirganîyê bi kêmîve du kes brîndar bûne.
Karbidest vekolînê dikin li ser teqînê. Heta niha tu kesî berpirsyarîya teqînê li xwe dananîye.
Gelê ku li Kêrmanşahê dijî bi giştî Kurdin û Kêrmanşah li başûra Tehranê li nêzî sînorê Iraqê ye.