Tirkîye balyozên xwe ji Fransa û Kanadayê vekêşand ji ber ku li hev nekirine li ser mesela qirkirina Ermenîyan di Şerê Duem yê Cîhanê de.
Di daxuyanîyekê de wezîrê derve yê Tirkîye got wan ew balyoz ji bo bi gotina wan “ li ser çend bûyerên vê dawîyê” bi hev bi şêwirin vêkêşandine. Belê di daxuyanîyê de herwisa tê gotin ku wê dîplomat piştî demek kurt dagerin ser karê xwe.
Tirkîye ne qayîle ku herdu welat kuştina hejmareke mezin ya Ermenîyan di destpêka sedsala buhurî de wek qirkirin binasin û huşdarî daye Parîsê û Ottawayê ku têklatîyên wan yên bi hevre li ser vê meselê wê xerabe.
Qanûndanerên Fransî heftîya bê qanûnekê datînin ku wê înkar kirina bi gotina wan "qirkirina" Ermenîyan ya berî 90 salan bibe wek sucek li dû vê qanûnê.
Di demek nêz de serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper jî ji wan kuştinan re gotibû ew qirkirinin.
Ermenî dibêjin şikra ku milyonek û pêncsed hezar Ermenî hatine kuştin dema ku Împaratorîya Osmanîyan ew bi zorê ji rojhilata Tirkîye ajotine di navbera salên 1915 û 1923 de.
Tirkîye înkar nake ku bi sedan hezar Ermenî hatine kuştin belê dibêje di şerê navxweyî û serhildana Ermenîyan de ku bi piştevanîya Rûsyayê li hember Osmanîyan bû gelek Tirk jî hatine kuştin.
Herwisa di danustendinên Tirkîye de bo endametîya Yekîtîya Ewropayê sengîya Yekîtîyê jî li ser Tirkîye ye ku gotina "Qirkirinê" binase.