Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahîyên pitir li ser girtîyên ku ji Qela Sûsê revîyane


Piştî revîna pênc kesan ji Qela Sûsê Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê li Silêmanîye û her wisa hêzên Amerîka ew xeber piştrast kirin û nav û wêneyên wan terorîstan belav kirin da ku her kesek pêzanîn li ser hebin ku dezgehên peywendîdar agahdar bikin.

Dibêjin revîna wan pênc terorîstan bi rîya pencereka hewayî bûye û ji ecamê xemsarîya pasevanên wê qelayê bûye.

Berpirsên asayîşê dibêjin Qela Sûsê li jêr kontrola hêzên Amerîka ye.

Rojnama Kurdistanî Nuê di hejmara ev ro de wêneyên wan pênc terorîstan belav kiriye li gel navên wan ku pêk hatîne ji; Usama Hesen Mahmûd, Alî Hemîd El Îsawî, Mehmûd Alî Nasir, Muzîfa Star El Batawî, Mustafa Cuma Ebdusselam El Anî.

Peyivdarekî hêzên Amerîka ew nûçe piştrast kirîye û dibêjît eve yekem rûdana revîna zîndanîyê ye li wê zîndanê û hejmareke zêde ya wan terorîstan li Iraqê têne girtin rewanê Qela Sûsê dikin.

Eger bixwazî li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje “Li raporta li ser reva ji Qela Sûsê ya duem guhdarî bike.”

XS
SM
MD
LG