Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 32 kes ji zincîreka hêrişa bu ser hêzêt parastina Berazîlî hatîne kuştin


Karbidestêt Berazîlî dibêjin bi kêmî 32 kes li zincîreka hêrişa ji layê giropeka tawankarî hatine kuştin, ku 25 ji wan karmendêt parastinê ne.

Desthelsat giropa Komanda Yekê ya Paytextê tometbar kir bi encamdana wan hêrişa ku dibêjin jiber veguhastina jimareka rêberêt wê giropê bî ji girtîxanekê bu girtîxaneka dî.

Endamêt wê giropê ewêt roja eynî nizîkî 73 hêriş bi çekêt otomatîkî, narinjok û bombêt çêkirî li herêma Sao Paulo encam dayne.

Polîsê Berazîlî ragehand ku wan 17 hêrişberêt gumanlêkirî girtîne û bi kêmî pênc ji wan kuştîne.

XS
SM
MD
LG