Berpirsyarê Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropa Javier Solana dibêje ji bo ku Îran dev ji bernameya xwe ya navokî berde Yekeîtîya Ewropa çareyeke merd pêşkêşî wê dike.
Îro dema ku gihîşt Brukselê ji bo ku tevlî kombûna wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewropayê bibe Solana got ev “çareya wêrek” di derbarê meseleyên navokî, aborî û îhtîmala meseleyên tenahîyê de ye.
Çaverê dihat kirin ku alîkarîya ji bo pêşxistina bernameyek sîvîl ya navokî yek ji wan çareyan bû belê di derbarê naveroka bernameya xwe da ya ku wê bê pêşkêş kirin Solana zêde tişt negotin.
Roja yekşemê serokê Îranê Mahmûd Ahmedînecad got Tehran tu çareyan qebul nake eger ku ew çare nehêle ew karê xwe yên navokî bidomînin. Tehran îddîayên Rojavayê înkar dike di derbarê çêkirina çekên navokî de.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan dibêje gavên dîplomatîk yên ku di vê dawîyê de hatine avêtin ew hîvîdar kirine bo çareserkirina pirsgirêkê. Wî di axaftina xwe da li Koreya Başûr got lazime civata navneteweyî zû bi zû bizavekê bike da ku rê li ber zêdebûna çekên navokî bê girtin.
Wek alîyek ku peymana Nehêlana Belavbûna Çekên Navokî mor kiriye mafê Îranê heye ku bernameyeke sîvîl ya navokî birêve bibe lê belê herwisa lazime ku destûrê bide çavdêrên Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî ku werin çavdêrîyê li ser wî karê wê bikin.
Welatên Yekgirtî roja yekşemê derî li ber hemû gazîyan girt û got ew naxwazin bi Îranê re danûstendinên sererast bi hev re bikin li ser bernameya navokî û got cîh û navgînîya danûstendinan Neteweyên Yekgirtî ye.