Bi gotina karbidestan serok Bush îro di gotareke netewî de li ser televîzyonê li ser şandina pasevanên netewî ser bi sînorê Meksîka û Amerîka ve dipeyive.
Karbidestên Qesra Sipî dibêjin mesela şandina Pasevanên Netewî parçeyeke grîng e di nav plana penaberîyê ya rêzdar Bush de ku wê îro li ser bi peyive. Dibêjin plana wî her wisa li ser tenahîya navxweyî, bernameya kargerên ku bi mêvandarî karibin li Amerîka bi xebitin û li ser asîmîlasyonê ye.
Karbidest dibêjin hêza Pasevanên Niştimanî tenê bo demek kin tê bi kar anîn bi armanca nobetdarîya li ser sînor, da ku penaber û koçber li dij qanûnê derbazî Welatên Yekgirtîyên Amerîka nebin.
Hin ji qanûndanerên Amerîkî û serokê Meksîkî Vicente Fox xemên xwe dîyar kirin li ser bi kar anîna hêzê li ser sînor.
Rêzdar Bush ev axaftin çend demjimêr piştî kombûnên Senatê dike. Senata Amerîkî dîsa kom dibe liser qanûna ku li ser bernameya ji bo kargerîya bi mêvandarîyê ye û herwisa rêyekê dide ber penaberên li derveyê qanûnêne da ew karibin mana xwe ya li Amerîka bikin qanûnî.