Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanerên Iraqê dibêjin ew amade ne bo dengdana şemîyê


Qanûndanerên Iraqî dibêjin parlaman amade ye ku roja şemîyê deng bidin kabîneya serokwezîrê dîyar kirî Nûrî El Malîkî ku ev wek îşaretek e ji bo dawî anîna li hev nekirinên sîyasî ku bi meha didomîn.

Lazime parlaman wezîrên ku rêzdar Malikî bijartîye bi pejirîne da ku hikumeta Iraqê bi temamî dest bi wezîfa birêvebirinê bike ku ji dema Seddam hatibû ladan ji sala 2003 û virda ye ev kar nekiriye. Muhleta ku dane serokwezîr ji bo vî karî roja duşemê bi dawî tê.

Welatên Yekgirtî dibêje bêy hikumeteke hevgirtî tûndûtujî û êrîşên xirabkaran ranawestin.

Di vê navê de hêzên parastina Iraqê li dîplomatê ji Mîrgehên Yekgirtîyên Ereban digerin ku roja sêşemê li rojavayê Bexdayê hatibû revandin. Nobetdarê dîplomat di dema revandinê de hatîye kuştin.

Ji alîyekî din ve Seddam Huseyn îro çarşem dagerîya dadgehê ji bo ku li şahidên xospêran guhdarî bike li hember hin ji xospêrên pê re ne. Dadgehkirin peyra heta roja duşemê hate paşvexistin.

XS
SM
MD
LG