Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekgirtî Kofî Annan dibêje lazime zû û bi lez bizavek bê kirin da jîyana bi sedan hezar kesan bê xelas kirin li hêrêma Darfur li Sûdanê ku bi şer û pevçûnan xerabûye.
Di têbînîya xwe ya ku îro în di rojnameya Fransî ya bi navê Le Figaro da hatîye belav kirin rêzdar Annan rewşa Darfur wek xirabtirîn qeyrana mirovahîyê bi nav kir.
Wî got eger komeleyên alîkarîyê neyêne mezin kirin û alîkarîyeke bi lez neşînin herêmê wê bi sedan hezar kes ji ber birçîbûn û nexweşîyan bimrin.
Rêzdar Annan herwisa daxwaza xurtkirina Hêzên Yekîtîya Efrîqayê bo Parastina Aştîyê kir ku bi gotina wî barê wan gelek giran bûye.
Roja Pêncşemê karbidestek Sûdanî got hikumeta wan amadeye ku danûstendinan bikin li ser mesela ku Hêzeke Neteweyên Yekgirtî li herêmê bê bi kar anîn
Di destpêka vê mehê de hikumeta Sûdanî û komeleya serhilda ya serekî li Darfur di nav hev de peymaneke aştîyê mor kirin belê du komeleyên din yên serhilda qayil nebûn ku ev peyman mor bikin.
Ji ber şerê sê salan di nav bera komeleyên serhilda, hêzên Sûdanî û milîsên ku hikumet piştevanîya wan dike yên bi navê"janjaweed" da nêzî 180 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî ji cîhên xwe hatine der kirin û mişextkirin.