Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûrê Tirkiyê qeza: bi kêmî ve 42 kes mirin


Karbidestên Tirk ragihandin ku îro li başûrê welêt li ser riya navbera bajarên Osmaniye û Entabê qemyoneke tije nefer li tireke rawestiyayî qelibî û bi kêmî ve 42 kes jiyana xwe ji dest dan.

Şaredarê Osmaniyê Davut Çuhadar got, di paş qemyonê de gelek qaçaxên Afgan û Bengladeşî hebûne dê wek penaber biçûna welatên Ewropî. Şaredar wekî din ragihand ku her çi qas di serî de hejmara miriyan wekî 30 hatibe gotin jî, bi kêmî ve 42 kes jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Waliyê Osmaniyê Zubeyîr Kemelek jî got, penaberên Afganî li paş qemyonê bi ser hev de siwar bûne û lewma dema qemyon li tirê xistiyê gelek ji wan di bin kesên din de mane. Walî her weha diyar kir di nav kesên mirî de bi tenê nasmeya 6 kesan di bêrîka wan de bûne.

XS
SM
MD
LG