Perlemanê Iraqî hikumeta yeketîya niştîmanî pejirand, li demekê da ku bi kêmî 24 kes li hêrişêt xirapkara hatine kuştin.
Serok wezîr Nurî El-Malikî û kabîneya hikumeta wî roja şembî sunda dest bi karbunê xar, piştî endamêt perlemanî hikumet u karnama wî pejirand.
Birêz Malikî soz da ku tenah kirna welatî li servey karnama xwe danêt digel hîn u fêrkirna hêzêt parastina Iraqî û vekêşana hêzêt byanî li Iraqê.
Ji layekê dîve, karbidestêt Iraqî ragehand ku li bajêrê Sedir li Bexda bi kêmî 19 kes hatine kuştin u 58 kesêt dî birîndar bun.