Karbidestêt parastina Felestînî dibêjin peqîneka bihêz li baregehê dezgeha agehîyê çêbu û yek kes hate kuştin û bikêmî 8 kes birîndar bun, ji wan rêveberê agehîya Felestînî.
Karbidest dibêjin ew peqîna roja şembî li bajêrê Xeze ji bu kuştina ceneral Tariq Ebu Receb buye.
Ev peqîneş li demekêye ku girjiya nêvbera hikumeta bi serokatîya Hemas û hêzêt parastina Felestînî ku piştevanya serok Mehmûd Ebasî diken zêde dibit.
Birêz Ebbas heftîya burî rêveberê agehîyê hinarde Urdinê bu lêvekolînê liser gotinêt wî welatî ku dibêjin Hemasê bizav dikir kerestêt peqandinê bi qaçax bibete Urdinê bu encam dana hêrişa li wî welatî.