Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malîkî dibêje heta dawîya salê hêzên Iraqî parastinê bi dest ve dixin


Serowezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî dibêje hêzên Iraqî wê heta dawîya vê salê bi giştkî şûna hêzên bîyanî bigrin ji bo parastin û tenahîya welêt.

Rêzdar Malîkî tevî serokwezîrê Brîtanî Tony Blair di civîneke rojnamevanî de li Bexdayê got ev veguhestin dê meha bê li du parêzgehan destpêbike.

Dibêje hêdî hêdî wê li parêzgehên din jî ev veguhestin bê kirin ji bilî Bexda û El Anbar ji ber ku zêdetirîn tundutujî li van herdu bajaran diqewime

Rêzdar Blair dibêje hikumeta hevgirtî ya niştimanî ji bo welêt destpêkeke. Dibêje şerê li Iraqê ji dema ku wan hêvî dikir dirêjtir domîye û dijwartir buhurîye.

Di dema seredana rêzdar Blair ya ji nişkê ve de li Bexda bi teqîna du otomobîlên bombebarkirî şeş kes hatin kuştin.

Karbidest dibêjin rêzdar Blair di nav van rojên bê de diçe Washingtonê da bi serok Bush re li ser Iraqê bipeyive.

XS
SM
MD
LG