Serokwezîrê hikumeta Filistînî ya bi rêberîya Hamas Îsmaîl Henîye dibêjît aşîtî dê serkevît heke Îsraîl vegerîte ser tixûbêt xwe yêt sala 1967 ku eve jî daxwazeke Îsraîl pê razî nabit.
Di hevpeyvînekê de digel rojnama Haaretz ya Îsraîlî rêzdar Henîye got heke Îsraîl ji erdêt dagirkirîn xwe vekêşet hikumeta wî amade ye li ser biryara şer rawestanê ya li mêj e digel Îsraîlê berdewam bit. Lê wî negot ka Hamas amade ye destûranama xo ku têda daxwaza ji nav birina dewleta cuhuyan diket dê darêjteve an ne.
Welatêt rojava bahra pitir têkelîyêt xo digel hikumeta bi rêberîya Hamas birîn piştî ku heyva sê Adarê hatîye ser desthilatê ji ber ku ew komela îslamî razî nabit alozkarîya tawanbar biket û pênasînê bi Îsraîlê biket.
Bi alîyekî dî ve hêzêt Îsraîlê milîtanekî Hamas bi navê Îbrahîm Hemed ku li dûv digerîya evro li bajêrê Ramallah li Kenara Rojava girt.