Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi teqîna bombekê li Bexda 9 kes mirin


Polîsên Iraqê dibêjin bi teqîna bombeke di bazareke Bexda de îro în bi kêmî ve neh kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Ev bûyer qewimî di wê demê de ku hikumeta nû ya Iraqê bizav dikir wezaretên girîng û bi miştûmir yên parastin û navxweyî li kesan belav dikirin.

Serokwezîr Nûrî El Malîkî digot hêzên Iraqê wê karibin di nav salek û nîv de kontrolkirina tenahîyê di nav welêt de bi destve xin.

Ji alîyekî din ve wezîrê derve yê Îranê Manûçer Muttekî îro în di seredana xwe ya Bexda de got Tehran biryar daye ku bi Washington re li ser rewşa Iraqê danûstendinên yek alî neke.

Muttekî Welatên Yekgirtî xetabar kir ku şikra Amerîka vê civînê wek propoganda bi kar tîne û ji bilî meseleya Iraqê meseleyên din jî tînin rojevê.

Amerîka daxwaza xwe anîbû zimên da axaftinekê bikin bi Îranê re li ser şerê tîreyî li Iraqê belê ne li ser kêşeya navokî ya Tehranê.

Welatên Yekgirtî di wê bawerîyê de ye ku dibe Îran tesîrê bike li ser rewşa Îranê ji ber ku tesîra wê li ser Şî’e yên Iraqê heye. Seredana Muttekî ya Bexdayê ya yekem e ji alî karbidestekî bilind yê Îranê di nav salekê de.



XS
SM
MD
LG