Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi şert amade ye ku danûstendinê bi Îranê re bike


Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêje Amerîka amade ye ku tevlî welatên ku bi Îranê re danûstedinan dikin bibe eger Tehran dev ji zaxkirina uranyum berde.

Xanim Rice ev daxuyanî îro çarşem di axaftineke bo belav kirinê de kir li wezareta derveya Amerîka.

Berî wê dîplomat gotin Welatên Yekgirtî bi şertê ku Çîn û Rûsya piştgirîyê bide toleyên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Îranê difikire eger Tehran dev ji zaxkirina uranyumê bernede.

Dîplomat li Vîyana bi şertê ku navê wan neyê dîyar kirin axiftin. Pênc endamên herdem yên Civata Tenahîyê (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya) tevî Almanya li Vîyana ne da ku roja pêncşemê kom bibin.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka ji sala 1979 û virda ye bi Îranê re danûstendinên resmî û rastewxwe nake.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka û Ewropa şikê dikin ku Îran dixwaze çekên navokî çêbike û Tehran jî ev yek înkar dike.

Serokê Îranê Mahmûd Ahmedînejad dibêje karbidestên Ewropî zanin ku karên navokî yên Îranê aştîxwazin.

XS
SM
MD
LG