Karbidestên Iraqî dibêjin îro duşem çekdarên ku cil û bergên polîsan li xwe kiribûn 50 kesên ji gelek şirketên cuda yên dezgehên çûn û hatinê yên Bexdayê revandine.
Dibêjin ew kes ji kolanên ku ew şirket karê çûn û hatina ji Sûrî û Urdunê dikirin hatine revandin. Du kesên ji Sûrî jî di nav wan kesên ku hatine revandinê ne.
Herwisa îro li Bexdayê dadgeh bo demek kurt kom bû li ser doza dîktatorê ladayî Seddam Huseyn û heft xwespêrên din. Îro dadgeh li du şahidên din guhdarî kir.
Karbidestên Iraqê û Rûsyayê jî ji bo berdana dîplomatên Rûsî yên ku roja şemîyê li Bexda hatibûn revandin bizav dikirin. Di êrîşê de pêncemîn dîplomatê Rûsî hatîye kuştin.