Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendên televîzyona Filistînî dibêjin Hamas êrîşî wan kiriye


Karmendên televîzyona Filistînî dibêjin îro duşem li ofîsa wan ya li Xezze çekdarên Hamas êrîşî wan kirine.

Karmend dibêjin çekdaran zirar dane xer û perên avahîyê û televizyona wan gunehbar kirine bi piştgirîya partîya Fetah ya rayedarê Filistînî Mahmud Abbas ku rikeberîya wan dike. Peyivdarekî Hamasê înkar dike dibê destê wan di vî karî de nîne.

Çend demjimêr berî wê li Xezze karkerên hikumeta Filistînî banqeyan şêlandin bi daxwaza perê ku hikumet soz dabû wê bidaba wan. Belê tu kes brîndar nebûye.

Her ku alozkarî zêde bûne ev dawîtirîn bûyerin ku qewimîne li ser erdê Filistîn ji ber şerê di nav partîyan de û ji meha du û virda ku hikumeta bi rêberîya Hamas perê karê karmendan nedaye wan. Hikumetê roja Şemîyê gotibû ku ew dê perê ¼ ê anjî 40 hezar karmendên xwe bide.

Toleyên aborî ku civata navnetewî danîne ser hikumeta bi rêberîya Hamasê ji ber ku ew dev ji çekan bernade û Îsraîlê nasnake bûne sebebê nedana pereyên karmendan ji meha sê ji dema ku Hamas hatîye ser desthelatê û virdaye.

XS
SM
MD
LG