Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li pêşnîyarên pêşkêşkirî dinihêre


Îran li ser pêşnîyareke nû ya navneteweyî bi hişyarane dibeyivît û dibêjît di wê nexşeyê dê hindek alîyên qenc hene.

Lê nûnerê serekî yê Îranê Elî Larîcanî dibêjît hindek pişkên nezelal hene di wê nexşeyê da ku ji bo hindê ye ku Tehran ji zaxkirina uranyumê vebît. Larîcanî bi dirêjî nepeyivî, lê got Îran dê bi hûrkarî binêhrîte wê pêşnîyarê.

Larîcanî du seetan berî hingê digel Rêvebirê Karûbarên Derve yê Yêkitîya Ewrûpî Javier Solana li Tehranê kombibû li ser wan pêşnîyarên bo rakêşana Îranê.

Solana got ew kombûna îro kombûneke erênî bû û got ew pêşnîyar encama pêkhatineke xurt ya linav şeş welatên xwudanê wê ye.

Ew nexşe ji alîyê pênc endamên herdem yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Rusya û Çîn) û Elmanyayê ve hatîye darêştin.

Naveroka wê nexşeyê nehatîye ragehandin.

XS
SM
MD
LG