Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarêt Islamî Megadîşu kontrol diken û birev bajêrê Cowhar diçin


Çekdarêt Islamî li Somal birev bajêrê Cowhar diçin piştî wan roja duşembî Megadîşu kontrol kir.

Dîdevan dibêjin çekdarêt Islamî bitinê 20 kîlomera ji bajêrê Cowhar dîrin û li hîvya feremana destpêkirna hêrişê ne.

Bajêrê Cohwar yeke ji bingehêt serekî yêt hevalbendîya lordêt şerî yêt ilmanî ku li Megadşu digel çekdarêt Islamî bişerik çun.

Rêberêt hevalbendîya lordêt şerî dibêjin şerê Megadîşu hêşta bi dumahî nehatîye û ew dîsa wî bajêrî kontrol keneve.

XS
SM
MD
LG