Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qaîde ji misilmanan daxwazekê dike


Rêberê jimare 2ê tora terorîstîya El Qaîde daxwazê ji misilmanan dike di ber helestîya referandumekê bikin ku ji layê serokê Filistînî Mehmud Abbas hatîye pêşnîyaz kirin.

Eymen El Zewahirî li teypeka vîdyoyê ev pêşnîyaze kir ku ev li ser tora televîzyona El Cezîre ya Erebî hatîye belav kirin. Wî got Filistîn mala Îslamê ye û çênabit çi berdanan bête kirin.

Hêjayî gotinê ye birêz Abbas pêşnîyaza encamdana referandumê kiriye bo dengdanê li ser welateke Filistînî ku pênasê bi Îsraîlê bike. Karbidestêt Filistînî dibêjin ew li dumahîya heyva 7 wê referandumê encam din, eger hikumeta Filistînî ya bi serokatîya Hamasî heta hingî bi wê planê razî nebit.

Hamas li berahîya vê salê desthilatdarîya Filistînê kontrol kir piştî li hilbijartina serkeftin bi destve îna û Hamas berhelestîya vê planê diket.

We xuyaye ku Zewaharî ev teype berî kuştina Ebu Musab El Zerqawî li Iraqê tomar kiriye, çunkî li wê teyp.ê Zewahirî pesnê Zerqawî didet û behsa mirina wî naket.

XS
SM
MD
LG