Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî kuştina Zerqawî Amerîka êrîşan dike


Leşkerê Amerîka li Iraqê dibêje wan şevî din zêdeyî 35 êrîş birine li du agahîyên hatine wergirtin piştî ku Zerqawî hatîye kuştin.

Peyivdarekî leşkerê Amerîka General William Caldwell îro în behsa êrîşan kir dema ku hêzên hevpeymanî bizav dikirin ku komeleya terorê ya Zerqawî li Iraqê ji hev belav bikin.

General Caldwell herwisa got Zerqawî demek dereng roja çarşemê li wê mala li Baquba û piştî êrîşa esmanî dicîda nemiriye belê demek kin piştra ji ber brînên xwe miriye. General got li du dawîtirîn agahîyan, di êrîşa esmanî de herwisa du zilamên din û sê jinên din jî hatine kuştin.

Karbidestên Iraqî bi nîyeta ku derî li ber êrîşên tolhildanê bigrin li Bexda û deverên ber bi bakûr ve yên netenha çûn û hatina tirimbêlan qedexe kirine.

Wezîrê karên navxweyî got wê qedexekirin di navbera demjimêr 11:00 sibêde û 03:00 piştî nîvroyê bi dema Iraqê bidome ji ber ku di wê demê de xelk diçin limêja nîvro.

XS
SM
MD
LG