Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî kuştina Zerqawî, El-Qayde li Iraqê soza encamdana hêrişêt mezin didet


Giropa el-Qayde li Iraqê soz da hêrişêt mezin encam bidet piştî kuştina rêberê wê giropê, Ebu Museb el-Zerqawî, li heftîya burî.

Li beyannamekê da ku li tora Internet hatîye belav kirn, wê giropê got hêrişêt bihên dê wekî erdhejînê dujminê hejînin.

Komandarê leşkirê Amerîkî li Iraqê, general George Casey, roja yekşembî gote televizyona Fox News ku hêzêt Amerîkî amadene bu hêrişêt dî.

Ji layekê dîve, polîsê Iraqê ragehand ku pênc Iraqî hatine kuştin li şer û lêkdana nêvbera serbazêt Berîtanî û xirapkara li başora bajêrê Emare.

XS
SM
MD
LG