Karbidestekî bilind yê Îranî dibêjît feylesofekî girtî li vê qonaxa doza li dijî wî nikarît parêzgerekî ji xwe ra bigirît.
Wezîrê Karûbarên Dadî Cemal Kerimirrad îro li demê serêdana girtîgeha Evîn gote peyamhinêran doza li dijî wî Îranîyê hevwelatîyê Kanadayê, Ramin Cîhanbeglu, bi parastinê ve girêdayî ye.
Cîhanbeglu, li Zanîngeha Harvard ya Amerîkî xwendîye, feylesof e û li ser demokrasîyê dinivîsî. Ew li meha bihorî li Tehranê hatibû girtin.
Wezîrê Dadî got polîsan roja Duşembî jî bi kêmî ve 70 mirov girtîne yên ku bi daxwaza mafên wekhev ji bo jinan xwenîşandan dikir. Pêtir ji 100 kesan di wê xwenîşandana li naverasta paytextî da pişikdar bûn, lê polîsan ew belav kir û, li dû peyaman, bi çûvan li hindek jinan dan.
Kerimirrad got ew xwenîşandan neqanûnî bû û soza lêkolînê da heger mirov hatibine qutan.
Wî got ji girtîyan 42 jin bûn. Wan nerazîbûna xwe ji qanûna ku mafê ji jinekê pêtir didete mêran û her wesa ya ku nahêlît jin bibine dadyar dîyar dikir.