Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dijî Talîban kiryareke mezin


Hêza hevpeymanî ya bi rêberîya Amerîka li Afganistanê dibêje biryare ku hêzeke mezin ya nêzî 11 hezar serbaz bişînin başûra welêt.


Dibêjin ji wê dema ku hêza hevalbendî li sala 2001ê Talîban ji desthilatê anî xwar û virdaye ev kiryara bi navê Derba Çîya mezintirîn kiryar e.


Karbidestên Hêza Hevalbendîyê dibêjin di kiryarê de zêdeyî du hezar serbazên Amerîkî, serbazên Brîtanî, Kanadayî û Afganistanê kar dikin. Dibêjin armanca wan ewe ku êrîşan bibin ser çar parêzgehan (Helmand, Uruzgan, Zabul û Kandahar) ku ji xirabkaran re bûne warên bi tena û da rêberên wan ji wir derînin.

Karbidestên Amerîka dibêjin di nav çend rojên bê de dema ku wan berê xwe dan kunên Talîban û li der û dor belav bûn wê ji nişkêva êrîşên hêzên hevalbendîyê zêdetir bibin.

Hêza Hevalbendîyê dibêje wê karê ji nûve avakirina Afganistanê jî bi kêrî vê kiryarê bê. Peyivdarekî leşkerê Amerîka Tom Collins dibêje hêza hevalbendî hîvî dike ku bi vê kiryarê wê hikumeta Afganistanê jî di derbarê deverê de ji xwe bawertir be.



XS
SM
MD
LG