Li hember gelek tedbîrên tenahîyê êrîşbirekî xwekuj li Bexda xwe bi ser mizgefteke Şî’a ve teqand, 10 kes kuştin û 20 jî birîndar kirin.
Şahid dibêjin êrîşbirî dema ku xelk ji bo limêja înê dicivîyan bombê di nav sola xwe de teqandîye. Melleyê mizgeftê Celaleddîn El Sexîr êrîşê dixe stuê El Qaîdeya Iraqê. Li meha çar Nîsanê dîsa sê teqînên li vê mizgeftê bûbûn sebebê kuştina 80 kesan.
Ji alîkî din ve îro muşekek li bakûra Bexdayê li bazarekê ket û pê du kes hatin kuştin û 16 yên din jî birîndar bûn.
Hêza Iraqî û Amerîkî ya bi dehan hezar serbaz ji bo tenahîya Bexdayê qedexekirinan birêve dibin. Ev kiryar roja çarşemê destpêkiribû. General James Thruman dibêje her çiqasî îro tundutujî qewimîbin jî dîsa di van rojên dawî de li Bexda rijandina xwînê kêmbûye.
General Thurman ji peyamhinêrên Pentagonê re bi telekonferanseke ji Bexda got armanca kiryarê dîtina şaneyên terorîstan e û dîtina komeleyên terorîstên ku li dijî hikumeta Iraqê ne.