Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Amerîkî yên revandî hatine kuştin


Wezîrê parastina Iraqê dibêje cendekên du serbazên Amerîkî yên ku hatibûn revandin li başûra Bexda hatine dîtin.

Peyivdar general Abdul Ezîz Muhammed ji peyamhinêran ra îro got cendek li Yusifîye hatine dîtin û îşaretên îşkencê li ser bedena wan xuyabûye.

Bi hezaran serbazên Amerîkî û Iraqî bi şika revandina wan bi du herdu serbazên Amerîkî ketibûn ku demek dereng roja înê kemînek li ber wan hatibû danîn. Serbazek di dema kemînê de hatibû kuştin.

Di vê navê de leşkerê Amerîka dibêje Hêza Hevalbendîyê li bakûra Baquba îro sêşem 15 terorîst kuştine û gelek berguman jî girtine.

Hêza Hevalbendîyê roja duşemê li başûra rojhilata vî bajêrî di kiryareke din de tevî sê bergumanan endamekî serekî yê El Qaîde ya Iraqê girtin.

Ji alîkî din ve li Bexda bi teqîna du bombeyan bi kêmîve şeş kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn. Yek ji bombeyan li bazareke navendî û ya din jî li bajêrê Sadr teqîya ku xelkê lê dijîn bi giştî Şî’a ne.

Li başûr li Basrayê êrîşbirekî xwekuj xwe dinav xanîyê pîran de teqand û bû sebebê kuştina bi kêmî ve kesekî û sê kes jî birîndar kir.

Her wisa leşkerê Amerîka sê serbazên Amerîkî tawanbar kirin bi kuştina girtîyên ku navê wan ne dîyar e li parêzgeha Selahaddîn meha buhurî.

Agahîya di derbarê wan kuştîyan de tenê dibêje ku ew zilam bûne û bi esilê xwe ji rojhilata navîn bûne.

XS
SM
MD
LG