Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Felestînî daxaza agirbestê diket


Hikumeta Hemas ya Felestînî daxaza agirbestê ji layê çekdar û hêzêt Israelî kirye li Xezze pistî dû heftîyêt şer û lêkdanê ku têda nizîkî 40 Felestînî hatîne kuştin.

Serok wezîrê Felestînî Ismael Henîye roja şembî daxaz ji çekdarêt Felestînî û hêzêt Israelî kir da operasyonêt leşkirî ragirn.

Demekê zu roja şembî hêzêt Israelî xwe li çend beşêt bakora Xezze vekêşa piştî gehştine nizîkî bajêrê Xezze.

Karbidestêt saxlemî yêt Felestînî dibêjin bi kêmî du Felestînî roja şembî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG