Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Komîteya Olumpî ya Iraqî û 30 karbidestêt werzişî li Bexda hate revandin


Polîsê Iraqî regehand ku çend çekdarek bi cilkêt leşkirî serokê Komîteya Olumpî ya Iraqî û pitr ji 30 karbidestêt werzişî revandin.

Desthelatdar dibêjin çekdara serokê Komîteya Olumpî Ehmed El-Hedcîye û karmendêt dî yêt komîtê revandin piştî wan hêriş kire ser baregehê komîtê li Bexda.

Leşkirê Amerîkî reagehand ku serbazekê Amerîkî roja şembî hate kuştin demê bombeka birex şeqamê nizîkî otombîla wî li Bexda peqî.

Her li Bexda, desthelatdar dibêjin bi kêmî du kes di şer û lêkdana hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG