Kabidestêt saxlemî yêt Iraqî dibêjin çekdara bi kêmî 50 kes kuştine li bazareka başora Bexda.
Desthelatdar dibêjin jimareka zura çekdara li berahî bi hawina hêriş kire ser bazarekê li Mehmûdîye, paşî bi çekêt otomatîkî û narincoka berdewamî bi hêrişa xwe da. Polîsê Iraqî ragehand ku bi kêmî du hêrişberêt gumanlêkirî hatine giritn.
Li Bexda, kanondanerêt Şî’e yêt ser bi oldarê tondrê Muqteda Sedir pişkdarî di kombuna duşembî ya perlemanî nekirn, bu derbirîna nerazîbunê dijî hêrişa Mehmûdîye.
Hevdem, karbidestêt leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî li paytextê Iraqî hate kuştin.