Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî seredana Berîtanya diket û sêşembî dihête Washington


Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî dibêjit hikumeta wî kar diket bu bi dumahî înana şerê tîreyî û bê çekkirna çekdarêt berpirsyar biramberî hêrişêt vê dawîyê.

Birêz Malikî roja duşembî bu radyoya Berîtanî axfit berî digel serok wezîrê Berîtanî Tony Blair kom bibit.

Birêz Malikî roja sêşembî seredana Washington diket bu kombunê digel serok Bush.

Rêberê Iraqî herwesa ew raporta Netewêt Yêkgirtî pişt rast kir ku dibêjit li heyva 5 û 6, rojane nizîkî 100 welatîyêt Iraqî hatin kuştin.

Li Bexda dadgehî kirna Seddam Hûsênî dest pê kireve, lê diktatorê berî û jimareka tawanbarêt dî têda amade nebûn.

XS
SM
MD
LG