Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşvenêrê Amerîkî digel karbidestêt Lubnanî kom dibît


Cêgirê wezîra derve yê Amerîkî David Welch li Beyrutê digel karbidestêt Lubnanî kombun girêdan bu baskirna çewanîya bi dumahî înana kêşeya nêvbera çekdarêt Hizbullah û Israelê.

Welch roja şembî digel serok wezîrê Lubnanî Fwad Sinyore û serokê perlemanî Nebîl Berrî li partîya Emel ya Şî’e kom bu.

Welch got kombuna wî digel serok wezîrê Lubnanî pêngaveka girnge da, li dîv gotina wî, tond û tîjîya sê heftîyên burî li dîv xwe bihêlîn.

Fransa û Amerîka berdewamin li karkirnê liser bernivîsa biryareka Netewêt Yekgirtî bu bi dumahî înana şer û lêkdana li Lubnanê.

XS
SM
MD
LG