Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl êrişa mezin diket, Fransa pêşnîyara nû


Îsraîlê got ew ji bizavên dîplomatîk bo bidawîînana şerrî razî nîne û dest bi êrişeke berfirehkirî li dijî çekdarên Hizbullahê li başûra Libnanê kir.

Wezareta Derve ya Îsraîlê got Serokwezîr Ehud Olmertî roja Eynî direng fermana êrişa berfireh li ser cihên Hizbullahê daye – yên ku ji wan mûşekan dihavêjine Îsraîlê.

Peyivdarê Wezareta Derve Gideon Meirî got eger biryarnameyeke ji Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî li dû armancên Îsraîlê bît, ew dê biryara xwe ya wê êrişa nû ji nû ve binirxînît.

Karbidestên Libnanî dibêjin di êrişên hewayî yên Îsraîlê da 14 mirov hatîne kuştin.

Televîzyona Hizbullahê dibêjît şerkerên wê komelê keştîyeke zêrevanîyê ya Îsraîlê nêzîkî bajêrê Sur noqandîye, lê leşkerê Îsraîlê ew înkar kir.

Bizavên dîplomatîk roja Eynî xurt bûn û Fransayê demê nîvro ragehand ku ew dê pêşnivîseke nû ya biryarnameyê pêşkêşî Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî biket.Wezîra Derve ya Brîtanyayê Margaret Beckett li New Yorkê gote peyamhinêran Fransa û Amerîka li ser wê pêşnivîsa nû pêkhatîne.

Biyar bû ku Civata Tenahîyê roja Eynî direng kombît û dengdanê li ser wê pêşnîyarê biket.

Peyamhinêra Dengê Amerîka Barbara Schoetzau dibêjît ew biryarname daxwaza pêngav pêngav vekêşana serbazên îsraîlî ji Libnanê diket û karbidestên Îsraîlî bi pêşnivîsê razî bûyne.

XS
SM
MD
LG