Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl leşkerê xwe ji Libnanê vedikêşît


Li duwemîn roja rawestandina şerrî, ku bi giştî pêgirtin pê tête kirin, leşkerê Îsraîlê xwe ji Libnanê vedikêşît.

Karbidestên Libnanî dibêjin serbazên Îsraîlî ji Marcayun, bajêrokê ku wan li heftîya bihorî girtî, derketîne.

Karbidestên Libnanî dibêjin wek pişkek ji rêkkeftina ragirtina şerrî, serbazên wan û aştîparêzên navneteweyî dê paş çend rojan li başûra welatî bêne danan.

Serokê Leşkerê Îsraîlê Dan Halutz gote radyoya leşkerî belku veguhastina başûra Libnanê ji hêzên Îsraîlî bo hêza Libnanî û ya navneteweyî di 10 rojan da bête timam kirin.

Leşkerê Îsraîlê got serbazên wî îro li başûra Libnanê di dû pevçûnan da bi kêmî ve sê şerkerên Hizbullahê kuştîne.

Bi hezaran Libnanîyên ku ji ber şerrî ji malên xwe revîbûn, di wan rêyên bi bombeyan jinavbirî da vedigerine ser cihûwarên xwe.

XS
SM
MD
LG