Karbidestekî bilind yê Amerîkî dibêjît Welatên Yêkgirtî li ber e ku bilez pal bidet ji bo ambargoya Neteweyên Yêkgirtî li ser Îranê eger Tehran heta dawîya vê mehê zaxkirina Uranyumê ranewestînît.
Alîkarê Wezîra Derve Nicholas Burns dibêjît Amerîka dê serê meha têt daxwaza cizakirina Îranê biket.
Serokê Îranê Mehmud Ehmedînijadî biryareke Neteweyên Yêkgirtî red kiribû ku hikûmeta wî heta dawîya vê mehê karê hessas yê navokî ragirît.
Karbidestên rêveberîya Serok Bush dibêjin ew piştrast in ku Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî dê bi kêmî ve toleyên sînordar danête ser Îranê, wek vebirkirina hatinûçûna karbidestên wê yên bilind û desteserkirina malûmilkê wan li welatên dî.