Roja sêşemê li Bexdayê cara didua dadgeha rêberê ladayî yê Iraqê Saddam Huseyn û şeş xwespêrên din kom bû. Şahidekî Kurd behsa berî nêzî bîst salan kir ku çewa firokan gundê wî kîmyabaran kiribû.
Rêberê berê bi doza qirkirinê tê dadgeh kirin ji ber Operasyona Enfal, ku kiryareke leşkerî bû li sala 1987 û 1988 û dadpirs dibêjin bi vê kiryarê bi dehan gund hatine xera kirin û 180 hezar Kurd hatine kuştin
Du xwespêrên bi Seddam re jî di dadgehkirinê de axiftin û digotin di wê kiryara leşkerî de hêzên Îraqî tenê êrîş dibirin ser hêzên Îranê û serhildayên Kurd.
Yek ji xwespêran, kurê mamê Seddam, Alî Hasan El Mecîd bû ku bi navê "Alî Kîmyewî" dihate nasîn ji ber rola wî ya di kîmyabarana medenîyan de.
Roja duşemê rêberê ladayî yê Iraqê ji dadgehê re ne navê xwe got, ne suc înkar kir ne jî qebûl kir. Dadyar li ser navê wî pêvajoya fermî domand û li doza li dijî wî da nivîsandin wek ku wî sûc înkar kiribe.
Seddam hêj li benda biryara doza berê ye ya li ser kuştina nêzî 150 gundîyên Şî’a yên ku piştî bizava kuştina Seddam hatibûn kuştin li sala 1982. Eger biryar li dijî wî bê dan dibe ku Seddam bê îdam kirin. Çaverê tê kirin ku ew biryar di şazdehê meha deh-Cotmehê de bê belav kirin.