Karbidestekî Amerîkî yê bi wezîfeya dij terorîzmê dibêje Îran ji terorîzma miłîtanên Hîzbullah re ałîkarîya pera dike û bi gotina wî ev welat wek ''Banqaya navendî ya terorîzmê'' ye.
Stuart Levey di hevpeyvînekê de ji Ajansa Peyamên Associated Press re got Îran welatek wisa ye ku teror parçeyeke butceya wê ye.
Ji ałîkî din ve Welatên Yekgirtîyên Amerîka piştrast kir ku ew dê vîzeyê ango destûra hatin û çûndinê bide serokê berê yê Îranê ji bo ku karibe meha bê were Washington û tevlî civîneke ołî ya ku gazî wî kiribûn bibe.
Xatemî di nav rêberên oldar yên Îranê de yekî wek nermrê tê naskirin û di dema serokatîya xwe de piştgirîya danûstendina bi Amerîka re dikir.
Amerîka û welatên din yên rojavayî Tehranê gunehbar dikin dibêjin ew bi dizî çekên navokî çêdike lê belê Îran ev yek înkar dike û dibêje bernameya wê ya navokî tenê ji bo çêkirina elektrîkê ye.