Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Iraqê Dîwanîye êxistîye jêr kontrola xwe


Karbidestên Iraqî dibêjin wan bajêrê Dîwanîye ê başûr êxistîye jêr kontrola xwe paş şerekî tund û dijwar bi milîsên Şî'e're ku pêtir ji 70 mirovan têde hatibûne kuştin.

Nivîsgeha serokwezîr Nûrî El Malikî dibêjît di şerê roja duşembî de 23 serbazên hikumetê û 50 çekdar hatine kuştin. Dibêjin jimareke kesên ji xelkê sîvîl jî hatine kuştin.

Şer bi rêkeftina linav karbidestan û wan milîsên melayê tundrê Muqtada El Sadr bi dawî hatibû.

Ji alîyê dî ve, li encama peqyaneke di xetta luleyên petrolê da, li Dîwanîye nêzîkî 30 Iraqî hatine kuştin. Belku wan hewl dida ku li demê peqyanê petrolê ji wan borîyan bikêşin.

Li Bexdayê polîsan termê bi kêmîve 20 mirovan vedîtin ku bi gulleyan hatibûne kuştin.

Leşkerê Amerîka dibêjît ji roja yekşembî were deh serbazên Amerîkî ji alî neyaran ve hatîne kuştin.

Her wisa li Kerkukê jî bi encama peqîna bombeyeke lêvarê polîsek hate kuştin, du polîs û pênc kesên dî jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG