Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan gihîşte Îsrałê û wisa çaverê tête kirin ku daxwaza rakirina dorgirtina ji hewa û ji behrê li ser Libnanê ji hikumeta Îsraîlê biket.
Annan paş danûstendinên li Beyrûdê, yên bi karbidestên Libnanî re sera Îsraîlê didet. Ew îro dê digel malbat û kes û karên du serbazên ku Hizbullahê meha buhurî revandî kom bibît û roja çarşembî jî bi serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmertî re dê danûstendinan biket.
Îsraîlê gotîye ew dê hindek wê dorgirtinê raket gava ku serbazên hêza navneteweyî dest bi nobetdarîya li tixûbên Libnanê dikin.
Berî hingê Annan li başûra Libnanê gerîya, li cihê zîyana şerê li nav Îsraîl û Hizbullahê. Sekreterê giştî li Libnanê got bila Îsraîl wê dorgirtinê raket û Hizbullah jî serbazên girtî berde.