Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê zêdeyî 50 kes hatin kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin di tundûtûjîyeke vê dawîyê de li Iraqê zêdeyî 50 kes hatine kuştin û jimareke bilind kes jî birîndar bûne.

Îro çarşem li Bexdayê di êrîşekê de bomba bi ser bazareke qerebalix ve hatîye teqandin û pê 24 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Li başûra Bexdayê li Hillayê bombayeke liser bisiklêtekê li nêzî cîyê ku xelk navê xwe ji bo leşkerîyê didan navnivîsandin hatîye teqandin û di vê êrîşê de jî 12 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

Li paytextê çekdaran karbidesteke Wezareta Dadê Nadya Muhammed tevî şifêr û nobetdarê wê kuştine.

Herwisa li Bexdayê gulle li sê karkerên dezgeheke cil û cawan hatîye reşandin û di êrîşeke din de jî bi bomba bi kêmî ve du kesên din hatine kuştin.

Li Suarîye ya ku li başûra paytextê ye pênc cendekên ku gulle lê hatine reşandin hatine dîtin.

Li bakûra paytextê li Buxriz, pênc kesên ji malbatekê jî dema ku otomobîla wan li bombeyeke li kêleka rê veşartî qelibîye hatine kuştin.

Ev êrîş li demeke ku hêzên Iraqî û Amerîkî li Bexdayê rewşa aramî û emnîyetê jidandibûn hatine kirin.

Leşkerê Amerîka dibêje serbazekî marîn yê Amerîkî roja sêşemê ku li parêzgeha El Anbar di kiryarekê de brîndar bûbû îro miriye.



XS
SM
MD
LG